We the Union of the Youth in Rojava declare our position against the turkish occupying and fascist state to the general public, our patriotic people and democratic forces.
Em wekî Yekitiya Ciwanên Rojava helwesta xwe li hemberî Dewleta dagirker û faşîst a Tirk ji raya giştî, gelê me yê welatparêz û hêzên demokratîk re radigihînin.
Since the 24th of July 2015 the AKP-government has declared a war for extinction on the kurdish people. Until today there is the heaviest war going on in Northern Kurdistan. They destroyed our cities, killed thousands of our people and hundred of thousands were forced to flee their homes. The occupation of the region of Cerablus, building a wall on the border and massacres in Rojava and Northern Syria they commit, are all in the frame of the plan of extinction. They burned hundreds of sivilians alive in Cizira Botan, destroyed Nusaybin, Sur, Gever and Şirnex, and put tenthousand of people into prison. From the beginning of this war they bombed and attacked martyres graveyards. Over the last days again they bombed the martyres graveyard in Kandil mountains and in the village Xerabê Bava of Nusaybin they kill sivilians and are burning their houses.
Even though by declaring ceasefire in Newroz 2013 Rêber APO wanted to solve the kurdish problem by dialog and create a fundament for kurdish turkish brotherhood, the AKP-government seeks for teror and fascism. Today no other force like the turkish state is that much an obstacle in front of a democratisation of the Middle East. Erdoğan thinks by using terror and brute force he will be able to eliminate our movement, make the kurds his slaves again and extend his power. For that he doesn't know any limits, and chooses disrespectful, unethical and brutal methods. Their calculation will come out wrong and history will be our witness. When our people didn't have no leader, no movement and were unorganised they could not eliminate us, how do they imgaine to do it know? They must be crazy and it's obvious that the turkish state is commiting suicide which is why there is only one way for us left: Resistance and vengeance. For that reason, against occupation our people have to unite!
We, the Union of the Youth in Rojava do not except and will never except the presence of turkish soldiers and institutions on our land. We support the resistance of the youth in the north, YPS and the guerilla by any means necessary. Everybody has to get out under the slogan: „By revolutionary vengeance, destroy occupation and free Rêber APO!“
We call for the youth in Kurdistan and all over the world to rise up and to join the resistance!
Perish Occupation!
Long live the resistance of our people!
Long live Rêber APO!
Hikûmeta AKP ji 24'ê Tîrmehê 2015'an ve şerê tunekirina gelê Kurd ragihand. Ji vê demê heta roja me ya îro şerê herî dijwar li Bakurê Kurdistanê diqewme. Bajarên me hilweşandin, bi hezaran gelê me qetil kirin û sedhezaran neçar kirin ku koçber bibin. Dagirkirina herêma Cerablusê, lêkirina dîwarê li ser sînor û komkujiyên ku li Rojava û Bakurê Suriyê (Cizîr, Kobanê, Minbic, Şehba û Efrîn) pêktîne jî di çarçoveya vê pîlanê tunekirinê de pêkhatin. Li Cizîra Botan bi sedan sivîl şewtandin, Nisêbîn, Sûr, Gever û Şirnexê hilweşandin û bi dehhezaran kes xistin zindanan. Ji destpêka vî şerî ve bi dehan goristanên şehîdan bombebaran û xerab kirin. Di van çend rojên dawî de goristana şehîdan li Qendîlê jî bombebaran kirin û li gûndê Xerabê Bava girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê komkujî pêktînin û malan didin ber agir.
Ruxmê ku Rêber APO bi ragihandina agirbestê di Newroza 2013'an de xwast pirsgirêka Kurd bi riya diyalokê çareserbike û bingehekê ji bo biratiya gelê kurd û tirk avabike, hikûmeta AKP çareya xwe di faşîzm û terorê de dibîne. Di vê demê de ti hêz bi qasî Dewleta Tirk beramberî pêşketina demokrasiyê li Rojhilata Navîn ne asteng e. Erdoğan difikire ku bi riya zilm û terorê wê karibe Tevgera me tasfiye bike, gelê kurd carekê din bike koleyê xwe û bi vî awayî desthilatdariya xwe dirêj bike. Ji ber vê tu sînoran nasnake, bêrêzî, bêexlaqî û hovitî ayde xwe dibîne.
Hesabên wan wê şaş derkevin û wê dîrok jî bibe şahidê me. Dema gelê me bê Rêber, bê tevger û bê rêxistin bûye nikaribûn tunebikirana, wê çawa bikaribin gelê xwedî Rêber û birêxistinkirî tunebikin? Ma dîn in? Xuyayê Dewleta Tirk ber bi intîharê ve diçe û ji ber vê li hemberî wê tenê yek riya me maye: Berxwedan û tolhildan. Li ser vî esasî divê ku li hemberî dagirkeriyê gelê me bibe yek.
Em wekî Yekitiya Ciwanên Rojava hebûna leşker û saziyên Dewleta Tirk û hikûmeta AKP li ser axa Kurdistanê bi ti awayî qebûl nakin û wek sedema şer û berxwedanê dibînin. Em berxwedana ciwanên Bakur, YPS û gerîla bi her awayî destek dikin û çi bê xwastin em ê bikin. Divê her kes li ser bingeha slogana „Bi tolhildana şoreşgerî, perçe bike dagirkerî, azad bike Rêbertî!“ bikeve nava liv û tevgerê.
Di serî de ciwanên Rojava, em bang li hemu ciwanên çar parçeyên Kurdistan û derveyî welat dikin ku rabin serhildanê û tevlî nava refên berxwedanê bibin.
Bimre Dagirkerî!
Bijî berxwedana gelê me!
Bijî Serok APO!